Welatiyê bi navê “M.S ” ê ji Efrînê, di encama eşkencaya hov ya dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê jiyana xwe ji dest da.
Welatiyê 40 salî ku bavê 3 zarokan e di 1 Mijdara 2024’an ji aliyê çeteyên dagikeriya Tirk ve hate revandin.
Çeteyan ji Cotmeha bûrî ve, 2 mehan di dema girtina wî de gelekî eşkence kirin.
Li gorî raporên bijîşkan ku hatin bi dest xistin, “M.S” dema diçû Helebê gelek nexweşî li gel wî hebûn û nekarî tevbigere.
Li gorî bijîşkan jî damarên lingî wî ji ber eşkenceyê mirî bûn.
Li aliyekî din jî tilîkên lingên wî bi birkê hatin jêkirin û bi qamçî eşkence lê hate kirin.
Ji ber van sedemên bûrî piskilojiya wî gelekî xerab bû heta asta ku êdî nema kesekî nas dike.
Piştî berdana wî bi 42 ji ber girtinê û eşkenceya hov, jiyana xwe jiyana xwe ji dest da.



