Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan forama Dohayê de got Rêber Apo dikare bandorê li ser lihevkirina li Sûriyê bike.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di forma Qeterê ya bi navê “Di Serdema Parçebûnê de Navbeynkarî” axivî.
Di axaftina xwe de behsa şerê li Ukrayna û Xezeyê kir û wiha got:
“Di çarçoveya xebatên navbeynkarî de tiştên ku Trump dixwaze bike niha bi berjewendiyên Tirkiyeyê re li hev tên.”
Her wiha Fîdan bal kişand ser hevdîtinên bi Rêber Apo re û got:
“Dikare rolekê bilîze.
Di salên 2009-2013’yan de dema ku ez Serokatiya MÎT’ê bûm, têkiliyên min bi kadroyên pêşeng ên PKK’ê re çêbûn, hevdîtinên min çêbûn.
Me hewl da em bigihîjin xaleke diyarkirî.
Di esasê xwe de em gelekî nêzîk bûn ku bigihîjin xaleke hevpar.
Ev bi her awayî di raboriyê de ma. Lê hûn dizanin dîrok xwe dubare dike.
Nexasim ez difikirim ku dikare li Sûriyê rolekê bilîze.
Lê gelo ew ê bixwaze rolekê bilîze an jî wê bixwaze vê yekê wekî manîweleyekê bi kar bîne em nizanin.”



