Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyê û Derve Şêx Xezal Xezal bnga greva giştî ya 5 rojan kir.
Şêx Xezal ji Elewyên li Sûriyê xwest ku ji 8 heta 12’ê mehê li malên xwe bimînin.
Têkildarî gravê Serokê Meclisa Îslama ya Elewiyan Şêx Xezal Xezal daxuayniyek da.
Şêx Xezal diyar kir ku hikûmeta veguhêz hewl dide salvegera hilweşîna rêjîma zordar bi rejîmek hîn zordartir, pîroz bike û got:
Hilweşîna rejîma Esed dive bûba “hilweşîn zordariyê”, lê tiştê ku bi rastî qewimî “bi navê azadiyê hilweşîn vî welatî” bû.
Lewam zulim xirabtir bûye û nebûna edaletê bû sedema firehbûna “îdeolojiya tarî û tekfîrî” li Sûriyê.
Di dawiyê Şêx Xezal got,
“Ji bo red kirina zordariyê û pêk anîna erka exlaqî em bang li her kesî dikin ku tevlî gravê bibin.
Bizanin ku her êrişek li ser yek ji me êrişek li ser me hemûyan e.”



