Koma bi navê Ensar El Sune, li bajarê Safîta yê Tartûsê, belavok belav kirin û gefa kuştinê li pêkhateya Elewî xwar .
Di belavokan de gefa kuştinê li Elewiyan hatiye xwarin eger tevlî şahiyên pîrozkirina savegera hilweşîna rejîma Baas`ê bibin.
Li gorî wêneyên ku li ser medyaya dîjîtal hatine belavkirin ev yek hat eşkere kirin .
Di belavokên ku navê koma cîhadî ya Ensar El Sune li ser e gotin ku ev pêkhate “ji kafiran kafirtir in”
Her wiha hatiye gotin ku eger Elewî şahiyan li dar bixin ew ên êrişên xwekujiyê di nav wan de pêk bînin.



