14’emîn Konferansa Meclîsa Îştar ya Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dawî bû.
Konferansa Meclîsta Îştar ya ku pêr bi 400 delegeyan hatibû destpê kirin, piştî nirxandina du rojan bi dawî bû.
Herî dawî encamnameya Konferasnê hat dayîn .
Di encamnameyê de bang li hemû jinan hat kirin ku beşarî avakirina civaka demokratîk û komînal bibin.
14’emîn Konferana Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nirxandinê du rojan, bi dawî bû.
Di konferansê de nirxandinê kar û xebatê yên ku di nava van du salan de hatî meşandin hatin nirxandin.
Her wiha di konferansê de plansaziya du salan ya kar û xebatên xweser hat çêkirin.
Herî dawî Encamnameya Konferansê hat dayîn .
ENCAMNAMEYA KONFERANSA MECLÎSA ÎŞTAR
Hin xalên encamanameyê wiha ne :
Wê hertim navenda hemû xebat û tekoşîna me mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO be.
Ji bo jiyanek bi rûmet wê jinên wargehê têkoşîna avakirina civakek demokratîk û azad têbikoşe.
Li hember pergala zilamperest ya kujerê kastîk emê li ser bingehê parastina cewherî xwe rêxistin bikin.
Emê li ser perspektîfên Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn bidin meşandin.
Emê di bingeha zanista jin a Jineolojî de xwe û pêşeroja xwe perwerde bikin.
Bi fikra komîn şaneya bingehîn ya azadiya jin û civakêye, komînên heyîn xurt bikin.
Ji bo jin bikarin bibin xwediyê xweseriya xwe ya aborî, avakirina derfetên aborî ji bo jinan.
Li ser bingehê perspektîfên Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşxistina dewreyên perwerdeyên bîrdozî.



