Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da ajokaran ku ji ber lehiyê, li nêzî gundê Xirbet Temir, rêya Reqa-Hesekê qut bûye, vê rêyê bi kar neynin. Rêveberiyê bang li ajokaran kir ku bi baldarî biajon.
Rêveberiya Giştî ya Trafîê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da ajokaran ku rêya Reqa-Hesekê li nêzî gundê Xirbet Temir bi kar neynin, ji ber ku bi sedema lehiyê rê qut bûye.
Rêveberiyê da zanîn ku ji ber barana gur li gelek deverên li ser rê rêjeya avê bilind bûye û ev jî li ser tevgera erebeyan xeterî ye.
Rêveberiya Giştî ya Trafîkî bang li ajokaran kir ku van biryaran pêk bînin:
-Rêya zirar pê bûye bi kar neynin heta ku tê vekirin û sererastkirin.
-Nêzî lehiyê nebin an jî hewl nedin ku derbas bibin, ji ber gengaz e ax hilweşe yan jî ji nişka ve hêza herikîna lehiyê xurt bibe.
-Rêyên altarnatîf ên ji hêla dewriye û rêveberiyên xwecihî ve hatine destnîşankirin bi kar bînin.
Bi baldariyek xurt li herêmên baran baranê biajon û hay ji bilindbûna nişka ve ya rêjeya avê li ser rêyan hebin.
Ji şeva berê ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran dibare, tê texmînkirin ku dirêjahiya vê hefteyê baran hebe.



