Serokwezîrê Îsraîlê û Serokwezîrê Elmanyayê li Îsralê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.
Netanyahû da zanîn wê vê mehê Donald Trump bibîne û têkildarî qonaxa 2’emîn a plana Xezayê nîqaş bikin.
Netanyahû got ew li Xezzeyê gihiştine armancên xwe yên yekemîn û ji niha û şûn de armanca wan bê-çekkirina Hemasê ye.
Netanyahû dibêje, “Hêza serwer a ewlekariyê ji Çemê Urdinê heta Derya spî, wê her tim di destê Îsraîlê de bimîne.”
Her wekî da zanîn ew ji bo qonaxa duyemîn a plana Xezze ya Trump amade ne û wiha dewam kir: “Têkildarî mijara wê qonaxa 2’emîn çawa bê biserxistin, ezê dawiya mehê axaftinên gelekî girîng bikim.”
Hevpeyman li Misrê bi erêkirina hikumeta Îsraîlê, 10’ê Cotmehê ketibû meriyetê.



