Ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Profesor Louis Lemkow di warê Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk de axivî.
Louis Lemkow anî ziman ku divê hikumeta Tirk nîşan bide ku di çareseriya meseleya Kurd de ji dil e û got:
“Gava destpêkê ya vê samîmiyetê jî azadiya Abdullah Ocalan e.”
Louis Lemkow ku ji bo Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk hat Stenbolê ji ANF’ê re axivî.
Lemkow destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiyê divê hikumeta Tirk nîşan bide ku ew samîmî ye û got:
“Gava destpêkê ya vê samîmiyetê jî azadiya Abdullah Ocalan e.”
Di axaftina xwe de Lemkow daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.
Her wekî anî ziman ku dîlgirtina Ocalan ku muzakerevanê sereke ye li dijî xwezayiya pêvajoyê ye.
Lemkow: Li Tirkiyeyê divê hikumet rîskê bide ber çavên xwe
Lemkow bi bîr xist ku rêya ber bi aştiyê ve zor û zehmet e.
“Li Tirkiyeyê jî divê hikumet rîskê bide ber çavên xwe û cidiyeta xwe ya têkildarî pêvajoyê nîşan bide.
Ji bo Abdullah Ocalan divê Mafê Hêviyê bê bicihanîn, azad bibe.



