Ji ber aloziya sînorê ya di navbera Tayland û Kamboçya de, tevî peymana agirbestê jî, şer careke din dest pê kir.
Tayland û Kamboçya ji ber destpêkirina şerên nû hevdu tawanbar dikin.
Li gorî nûçeya Bangkok Postê, Berdevkê Artêşa Taylandê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji aliyê Kamboçyayê ve ji armancên leşkerî û sivîl re” gule berdan û artêşê bi êrîşên hewayî bersiv daye.
Berdevk diyar kir ku di şer de leşkerekî taylandî hatiye kuştin û 8 leşker jî birîndar bûne.
Rayedarên artêşê ragihandin ku ji ber şer, zêdetirî 385 hezar taylandî ji herêmên nêzî sînorê Kamboçyayê hatine derxistin.
Di nûçeyên çapemeniya Taylandê de tê gotin ku ji Kamboçyayê roket hatine avêtin, dron firiyane û êrîşên çekdarî çêbûne.
Li gorî nûçeya Khmer Times (kimer tayms) a Kamboçyayê jî, di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Kamboçyayê de hate gotin ku artêşa Taylandê bi F-16’an (f şanzdeh) dest bi êrîşên hewayî kiriye.
Berdevka Wezareta Parastinê Maly Socheata مالي سوتشيتا îdia kir ku artêşa Taylandê êrîşa hewayî daye destpêkirin û Kamboçyayê bersiv nedaye.
Maly Socheata îdia kir ku piştî demeke kin Taylandê li hin herêman bi tank û gazên jehrî êrîşên xwe berdewam kirine û wan rewşa li sînorê dişopînin.
Berdevk Socheata ku îdia kir Tayland li ser Kamboçyayê “agahiyên şaş” belav dike, diyar kir ku di êrîşan de gelek sivîl birîndar bûne û ji bo derxistina niştecihên herêmê xebat hatine destpêkirin.
Maly Socheata teqez kir ku wan bersiva êrîşan nedane û rêz li peymana aştiyê ya berê girtine.
Serokwezîrê Malezyayê Enver: Ji ber şer bi fikar im
Her wiha Serokwezîrê Malezyayê Enver Îbrahîm di hesabê xwe yê li ser platforma medyaya civakî ya X’ê de diyar kir ku ew ji şerê di navbera Tayland û Kamboçyayê de bi fikar e.
Enver diyar kir ku şerê careke din dest pê kirine, xeteriya têkbirina hewldanên kêmkirina aloziyê heye.
Enver bal kişand ku Tayland û Kamboçya endamên giring ên Yekîtiya Neteweyên Asyaya Başûrê Rojhilatê ne û bang li aliyan kir ku “bi awayekî baldarî tevbigerin û kanâlên ragihandinê vekirî bihêlin.
Enver diyar kir ku Malezya amade ye ji bo vegerandina aramiyê û ji bo pêşîgirtina li bûyerên pêşerojê piştgiriyê bide.
Aloziya sînorê ya Tayland û kamboçyayê
Tayland û Kamboçya ku bi 817 kîlometre têlên sînorê ji hev têne veqetandin, ji demeke dirêj ve nakokiya axê dijîn.
Ji ber binpêkirina peymana sînorê di navbera Tayland û Kamboçyayê de, di 28’ê Gulanê de li herêmê şerê demkurt çêbûbû û artêşên her du welatan li ser çareserkirina pirsgirêkê bi riya aştiyane li hev kiribûn.
Piştî nêzîkî 2 mehan, di 24’ê Tîrmehê de di şerên li xeta sînorê de 32 kes ji her du welatan jiyana xwe ji dest dabûn.


