Şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên li eyaletên Kordofana Başûr û Kordofana Bakur de dîsa zêde bûne.
Hejmara qurbaniyên êrîşa li eyaleta Kordofana Başûr a Sûdanê gihîştiye 114 kesan.
Hat ragihandin ku hejmara birîndaran gihîştiye 71 kesan.
Serokwezîrê Sûdanê Kamil Îdrîs bi rêya telefonê bi Waliyê Kordofana Başûr, Mihemed İbrahim Abdulkerîm, û malbatên qurbaniyan re axivî.
Kamil Îdrîs bombebarana baxçeyê zarokan û nexweşxaneyekê li Qalûgiyê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve wekî “barbar û hovane” bi nav kir, û êrîş wekî “sûcekî şer ê tevahî” bi nav kir.
Îdrîs bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku êrîşê şermezar bikin.
Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê Mehmûd Elî Yûsif jî êrîş bi gotinên herî tund şermezar kir.
Mehmud Yûsif diyar kir ku hedefgirtina bi zanebûn a zarokan, perwerdekar, xebatkarên tenduristiyê û sivîlan binpêkirinek eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî û mafên mirovan e.
Yusif daxwaza lêpirsînek serbixwe kir da ku kesên berpirsiyar werin darizandin.


