Yek ji rêveberê Hamasê Besam Naîm îro ragihand ku ew amade ne çekên xwe radest bikin.
Besam Naîm diyar kir Hemas amade ye ku di çarçoveya agirbesteke demdirêj an jî di pêvajoyeke siyasî de çekên xwe radest bike.
Piştî ku Xelîl el-Heyya amadebûna xwe ji bo radestkirina çekan bi şertê ku artêşa Îsraîlê bi temamî ji Xezayê vekişe nîşan da, meseleya çekên Hamasê ketiye qonaxeke krîtîk.
Li gel vê yekê Netanyahu dibêje Îsraîl dê di demek nêzîk de derbasî qonaxa duyemîn a peymana agirbestê li Xezayê bibe, lê şertê wê bi bidawîanîna desthilatdariya Hamasê û bêçekkirina wê danî û got:
“Me beşa yekem qedand, wekî hûn dizanin, em nêzîkî dawiya qonaxa yekemin in.
Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de derbasî qonaxa duyemîn bibin.
Niha qonaxa duyemîn bêçekkirina Hamasê û bêçekkirina Xezayê ye û qonaxa sêyemîn heye, ew jî marjînalkirina Xezayê ye.”
Tê payîn ku Donald Trump beriya Noelê veguhestina pêvajoya aştiyê li Xezayê ji bo qonaxa duyem ragihîne.
Qonaxa duyemîn a peymanê vekişîna Îsraîlê ji hin beşên Xezayê, bicihkirina hêzek aramiya navneteweyî, û destpêkirina xebatê li ser avahiyek nû li Xezayê ye.



