Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku qonaxa destpêkê ya projeya avakirina dîwar li ser sînorê bi Urdinê ve ku dirêjahiya wê heta 500 kîlometre ye, dest pê kir.
Dîwar ji Colanê heta bi bakurê bajarê Eylat diçe.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku dest bi xebata avakirina dîwarê li ser sînorê bi Urdinê ve kiriye. Wezaretê da zanîn ku dirêjahiya dîwar 500 kîlometre ye, ji başûrê Colanê ve heta bi bakurê bajarê Eylat e.
Rojnameya Haaretz a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Parastinê diyar kir ku dê di qonaxa yekemîn de 2 beşên dîwar werin avakirin, her yek bi dirêjahiya 80 kîlometre ye.
Wezaretê texmîn kir ku lêçûna projeyê nêzî 5.5 milyar shekel be.
Sînorê Urdinê, sînorê herî dirêj ê hevbeş bi Îsraîlê re ye, dirêjahiya wê 335 kîlometre ye, jê 97 kîlometre bi ser Şerîaya Rojava ve ye.



