Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî diyar kir ku pêwîst e hêzên biyanî û çete ji Lîbyayê werin derxistin, destwerdanên derve li kar û barên wê neyê kirin.
Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî di hevdîtina serkirdeyê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter de daxwaza derxistina tevahî hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê û sekna li hember destwerdanên derve kir.
Berdevkê fermî yê serokatiya komarê ya Misrê da zanîn ku serok El Sîs piştgiriya Misrê ji bo serwerî û îstîqrara Lîbyayê, yekitî û ewlehiya xaka wê re nîşan da û diyar kir ku pêwîstî bi rûbirûbûna destwerdanên derve û xebitîna li ser derxistina hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê heye.
Hat bibîrxistin ku di hevdîtinê de pêşdeçûnên herêmî yên xwedî girîngiya hevbeş, astengiyên rûbirûyî her du welatan di serî de pêşketinên li Sûdanê hatin nîqaşkirin.
Hefter jî spasiya rola Misrê ya ji bo vegerandina ewlehî û îstîqrarê li Lîbyayê kir.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên hemwelatiyên Sûriyeyî beşek mezin ji çeteyên li Lîbyayê ne. Dewleta Tirk a dagirker bi hezaran çete ji Sûriyeyê ji bo şer şandin Lîbyayê.



