Partiya Yekitiya Suryanî bi daxuyaniyekê bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya avakirina Sûriyeya nû, tirsa xwe li hemberî domandina siyasetên paşguhkirin û înkarkirinê nîşan da. Hat diyarkirin ku pêwîstî bi avakirina pergaleke siyasî ya pirrengî ya rasteqîn heye.
Bi boneya salvegera 1’emîn a hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Suryanî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ji bo pêkanîna armancên şoreşa Sûriyeyê di 14 salan de bedelên herî giran hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de hêviya avakirina qonaxeke nû ya li ser bingeha demokrasî, wekhevî, ewlehî û aramiyê ji bo tevahî gelê Sûriyeyê hat diyarkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de Yekitiya Suryanî destnîşan kir ku şiyana hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tune ye ku pirrengiya heyî bi rê ve bibe û karesatan kontrol bike. Ji lew re bûyerên trajedîk çêbûn û bawerî di nava pêkhateyan de têk çû.
Partiyê soza domandina têkoşînê ji bo avakirina dewleteke demokratîk a pirreng ku bikare mafên hemû pêkhateyan misoger bike bi taybetî ji bo îtîrafkirina bi mafên siyasî, çandî û civakî yên gelê Suryan ê Aşûrî û beşdariya wî di saziyên dewletê de, dubare kir.
Di daxuyaniyê de banga lidarxistina konferanseke niştimanî ya giştî ku hemû ol, netewe û erdnîgarî di nav xwe de dihewîne kir. Her wiha bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hat kirin ku peywendiyê bi hemû hêzên siyasî re ava bike û lihevkirineke niştimanî ya mayînde pêk bîne.
Di dawiya daxuyaniyê de salvegera hilweşîna rejîma Baasê li gelê Sûriyeyê hat pîrozkirin û girîngî bi avakirina Sûriyeya demokratîk, pirreng û nenavendî hat dayîn.



