Rojnamevanên Sînorneas (RSF) rapora xwe ya sala 2025’an de belav kir.
Li gor raporê li seranserê cîhanê di nava salekê de 67 rojnamevan hatin kuştin.
Hate gotin, nîvê wan li Xezeyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin.
RSF’ê li ser pêvajoya navbera 1’ê Kanûna 2024 û 1’ê Kanûna 2025’an de raporek weşand.
RSF’ê diyar kir ku Rojnamevan namirin, têne kuştin.
503 rojnamevan girtî ne, 135 winda ne
Li gorî raporê li seranserê cîhanê li 47 welatan 503 rojnamevan girtî ne.
Her wiha 135 rojnamevan winda ne, hin ji wan 30 sal in nayên dîtin.
20 rojnamevan jî li Sûriye û Yemenê dîl têne girtin.
Li gorî UNESCO’yê di sala 2025’an de 91 rojnamevan hatin kuştin
Li gorî UNESCO’yê jî di sala 2025’an de 91 rojnamevan hatin kuştin.
RSF’ê bang li hikumetên cîhanê kir ku ji bo parastina rojnamevanan jinûve bi berpirsyarî rabin.



