Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li başûrê Lubnanê li nuqteyên Hizbullahê xistiye.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li gelek deverên başûrê Lubnanê binesaziya Hizbullahê kiriye hedef.
Artêşê ragihand wê navendeke perwerdehiyê ya Hêza Ridwan a girêdayê Hizbullah û tesîsên leşkerî wê yên leşkerî kiriye hedef.
Tevî agirbesta di Mijdara 2024’an de di navbera Îsraîl û Lubnanê de hate îmzekirin, lê artêşa Îsraîlê êrişên xwe li ser Lubnanê didomîne.
Her wekî hêzên xwe li başûrê welat li 5 nuqteyan hiştiye.



