210 cangoriyên azadiyê yên mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûn li Dêrikê hatin bibîranîn.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf bal kişand ser nirxên şehîdan û got: “Şehîd jiyaneke bi rûmet û ewle afirandin. Bi saya keda wan aştî û jiyana hevbeş mîsoger bûne.”
Mihemed Şerîf di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan zulm û şer vediguherîna aştî û ewlehiyê û gelê herêmê jî li ser şopa ramanên Rêber Abdullah Ocalan û xeta şehîdan dimeşin.
Şerîf di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.
Di dawiya merasîmê de navên 210 şehîdan hatin xwendin û dirûşm hatin berzkirin.



