Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku wan 3 endamên şaneyeke xeternak a DAIŞ`ê li
QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tîma Operasyonên Leşkerî (TOL) ya wan, bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî, operasyoneke serketî li gundewarên Dêrazorê pêk anî ku di encamê de serçeteyekî DAIŞ`ê yê bi navê “Ebû Zubêr/Semak” û 2 çeteyên şaneya wî hatin girtin.
Di daxuyaniyekê QSD`ê de hat gotin: “Ev operasyon piştî şopandina bi baldarî ya tevgerên komê pêk hat, ku derket holê ev kom yek ji torên herî xeternak ên DAIŞ`ê ye û berpirsiyarê piraniya êrişên terorîst yên di hemên de li dijî hêzên me hatine pêkanîn.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Delîlên ku ji terorîst û şaneya wî hatine desteserkirin, di nav de telefon û vîdyo, nîşan dan ku ew rasterast tev li plansazkirin, pêkanîna û çavdêriya êrişan bûne.
Lêkolînan her wiha îspat kir ku serçeteyê DAIŞ`ê operasyonên qaçaxçîtiyê û têkiliya di navbera şaneyên DAIŞ`ê yên li herêmê û li kampa Holê de bi rê ve dibirin. Wî her wiha zarokên malbatên DAIŞ’ê (Eşbal El Xilafa) bi rêxistin û perwerde dikirin.
Daxuyaniyê wiha lê zêde kir: “Daneyan nîşan da ku şaneyê piştgiriya derve wergirtiye, ku armanc ew bû şaneyên rêxistinê ji nû ve çalak bike, ewlehiyê têk bibe û êrişan dijwartir bike.”
Di dawiyê de QSD’ê piştrast kir ku vê operasyonê “derbeyek giran li binesaziya DAIŞ`ê ya li Dêrazorê xistiye”.



