Li bajarê Dirbêsiyê ji bo gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Çîdem Derwîş ku li herêma Zapê şehîd bûbû, merasîma xiyabî hat lidarxistin.
Merasîm li ber mala malbata şehîd a li Komuna Şehîd Rezan a bajêr hat lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê, Hewlêr Kobanî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Gelê me ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe û avakirina civakek azad û demokratîk têdikoşe û şehîdan feda dike.”
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Amûdê Umran Orkêş, destnîşan kir ku tevgera rizgariya Kurd bi hezaran şehîd feda kirine da ku nasnameya gel biparêzin.
Li ser navê malbata şehîd, Mihemed Şêxmûs, birayê şehîd, li ser berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla axivî.
Şêxmûs got şehîd Çîdem û hevalên wê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dijmin berxwedanek mezin dane û soza têkoşîna li ser rêya şehîdan da.
Di dawiya merasîmê de belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.



