Li Reqaê Meclisa Aborî û Çandiniyê civîna xwe ya salê li hola meclisa bajêr lidarxist.
Civîn bi dirûşma “Bi rihê neteweya demokratîk em aboriya civakî ya komînal ava bikin” pêk hat.
Di civînê de kesên axivîn diyar kirin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û Rêveberiya xweser îro em li vir kom bûn.
Rêveberiya Xweser ji bo pêşketina civakê û jinan di jiyana siyasî û aborî de derfetên berfireh peyda kiriye.
Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser aborî û çandiniyê hatin xwendin û belgefîlmek li ser xebatên meclisê û zehmetiyên derketine hatin pêşandan.
Civîn bi danîna xalên xebatên pêşerojê bi dawî bû.
Hin ji van xalan jî evin:
Zêdekirina tovên li cotkaran tên bekavkirin da ku sinf tev li hev nebin.
Projeyên hevbeş ji bo rûniştandina aboriya civakî werin zêdekirin.
Ji bo nexweşiyên dev-lingan derzî û ji bo gurmika sonê derman, werin peydakirin.
Sotemenî ji bo çewlikan were peydakirin.
Koperatîf ji bo jinan werin çêkirin da ku hejmara herî zêde ji jinan bikeve nav çalakiya aborî.



