Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Cizîrê, Ridwan Îsa wefat kir.
Îro sibehê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Cizîrê, Ridwan Îsa 58 salî, ji ber kirîza dil, li bajarê Qamişlo wefat kir.
Ridwan Îsa bavê şehîd Ronî ye ku di sala 2018`an di şerên li dijî DAIŞ`ê de şehîd bû. Kesayetek civakî û welatparêz bû û tevlî gelek çêlakiyên civakî dibû.
Cenazeyê Îsa dê li goristna gundê Sêgira yê girêdayî Qamişlo were veşartin.



