Hikumeta Awistralya medya dijîtal ji bo bikarhênerên zarokan qedexe kir.
Hikumetê da zanîn ku şîrket fermanê bicih neyîne wê rastî cezayên tazmînatê werin.
Awustralya îro bû yekem welat ku medyaya civakî ji bo zarokên di bin 16 salî de qedexe kir.
Ev gav ji hêla gelek dêûbavan û parêzvanên zarokan ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin, lê ji hêla Şîrketên mezin ên teknolojiyê û parêzvanên azadiya ramanê ve hate rexnekirin .
Di nav qedexeyan de 10 platformên herî mezin tabloyek nû vedike.
Hikumeta Awustralya ferman da şîrketa Înstigram û Facebookê hesabên zarokan asteng bibe.
Her wiha Hikumetê diyar kir ger herdu şîrket fermanê bicih neyîne, wê hikumet cezayê tazmînatê li wan bibire.



