Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSD’ê ji bo xwedîderketina li bangên şêniyan ên ji bo rakirina bermahiyên şer û vekirina rêyan, tîm û wesayîtên xizmetguzariyê şandin rojavayê Dêrazorê.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser bangên şêniyan ên ji bo rakirina bermahiyên şer, 18 pispor û gelek amûr û wesayîtên xizmetguzariyê şandin bajarê Dêrazorê.
Rêveberiya Xweser û QSD’ê destnîşan kir ku destekdayîna şêniyên Dêrazorê erka wan e û amadebûna xwe ji bo destekdayîna her devereke Sûriyeyê nîşan didin.
Tîm 5 rojan xebitî û beşek mezin a kavilan rakir, her wiha bi dehan rê vekirin û rêyên derdora yarîgeha Dêrazorê ya ku tê de şahiya salvegera hilweşîna rejîma Baasê hat lidarxistin, vekirin.
Tîmên pispor û amûr û wesayît bi hevkariya Rêveberiya Xweser, QSD û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatin şandin.



