Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê li Til Temirê şêwira xwendina helbestan li dar xist.
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê li navenda xwe ya li bajarê Til Temirê şêwireke xwendina helbestan li dar xist.
Endamê Yekitiya Rewşenbîran Xelîl Elî bixêrhatina mêvanan kir û helbestvanên beşdar vexwendin ji bo xwendina helbestan. Di şêwirê de helbestvan Mistefa Sîno û Ehmed Ebdilreûf helbest xwendin.
Piştî xwendina helbestan, beşdaran naverokên helbestên hatine xwendin gotûbêj kirin.



