Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kesên ku hewl didin ji bajarê Girê Spî birevin, 5 hezar lîreyê Tirkiyeyê ceza lê dibire.
Çavkaniyên ji bajarokê Silûk ê bajarê Girê Spî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li kesên ku hewl didin ji bajêr derkevin, cezayê 5 hezar lîreyê Tirkiyeyê dibire.
Li gorî çavkaniyan, şêniyên herêmê ji ber binpêkirinên çeteyan û rewşa jiyanê ya xirab tengav bûne, lewma hewl didin ji bo kar herin Tirkiyeyê.
Çavkaniyan diyar kir ku kesên ku li hundirê Tirkiyeyê tên girtin, li deriyê sînor radestî çeteyan tên kirin, çete jî piştî ku 5 hezar lîre ji wan distînin wan berdidin.
Li bajarê Girê Spî ku di sala 2019`an de ji aliyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, rewşa jiyanê her ku diçe xirabtir dibe, her wiha şênî ji binpêkirinên komên çete tengav bûne.



