Şaredariya Gel ya bajarê Reqayê projeyên sala 2025’an didomîne.
Şaredariyê dest bi projeya çaksazkirina Çerxerêya Temwîn û avakirina sûkeke li Parka Spî kir.
Çerxerêya Temwîn yek ji çerxerêyên mezin ên bajêr e lê di salên borî de hat xerabkirin.
Projeyê di dawiya meha borî de dest pê kir.
Xebatên vê pirojeyê çaksazkirina binesaziyê ye.
Her wiha li şûna peykerên reş ên ku DAIŞ’ê danîbûn Wê peykerê jinekê were danîn.
Projeyeke din ya şaredariyê jî avakirina sûkeke gel li Parka Spî bi hevkariya rêxistineke kantonê ye.
Endezyarê ku vê projeyê bi rê ve dibe Cuma El Hecac got:
“Rêxistina DCI û Şaredariya Gel ya Reqayê projeyê pêk tînin, û ji 40 dikanan pêk tê.”
Her wekî da zanîn ku şaredariyê ji bo vê pêvajoyê pêdivî peyda kiriye û wê xebat 50 rojan dewam bike.
Di dawiyê de Cuma El Hecac diyar kir ku armanca wan, kêmkirina bêkariyê û pêşxistina aboriyê.



