Peymanek hevtîgihştinê di navbera Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Szczecin ya Polonyayê hat îmzekirin.
Armanca vê peymanê ew e ku lêkolîna zanistî, perwerde û pevguhertina pisporiyan xurt bibe.
Hevserokên Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim û Xenze Ibrahîm û ji Zanîngeha Szczecinê jî Prfoesorê wê Valdemar Tarshinsky peyman li avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê îmze kir.
Di hindirê peymanê de tê gotin ku hevkarî ji bo pêşxistina endamên desteya akademîk zêde bibe, pisporî ji bo pêşxistina minhacan pev biguherin û projeyên lêkolînê yên hevbeş pêk bînin.
Her wekî destnîşan dike ku serlêdanên hevbeş ji bo grantên navneteweyî û pêşxistina bernameyên akademîk ên hevbeş an dualî pêk bînin..



