Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê Brad Cooper derbarê Peymana 10’ê Adarê de axivî û diyar kir hevdîtinên waterdar tên kirin û wê Amerîka piştgiriyê bide.
Fermandarê CENTCOM’ê Cooper ku hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê jî girêdayî wî ne derbarê Peymana 10’ê Adarê de peyameke bi vîdeo weşand.
Cooper diyar kir hevdîtinên derbarê beşdarbûna QSD’ê ya li nava artêşê dewam dikin û got,
Cooper: Her du alî jî bi bîryar in, hevdîtinên watedar didomin
“Her du alî jî bi bîryar in. Îro dema ku ez vê vîdeoyê dikişînim jî, bi QSD’ê re di mijara entegrasyonê de hevdîtinên watedar dewam dikin.”
Cooper: Amerîka amade piştgiriyê bike
Brad Cooper diyar kir ku Amerîka jî amade ye di vê mijarê de piştgiriyê bide.


