Piştî xwepêşandanên li dijî hikûmetê yên li Bulgaristanê, Serokwezîr Rosen Zhelyazkov bi daxuyaniyekê îstifaya xwe ragihand.
Zhelyazkov di daxuyaniyê de ji bo parlementoyê, nerazîbûna civakî ya li welêt wekî sedema îstifaya xwe nîşan da û got:
“Em dixwazin li gorî hêviyên civakê tevbigerin. Hêz ji îradeya gel tê. Banga îstifayê hem ji ciwanan hem jî ji mezinan hat. Divê ev enerjiya welatiyan were piştgirîkirin û teşwîqkirin.”
Li zêdetirî 25 bajarên mezin ên Bulgaristanê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Serokkomar Rumen Radev di destpêka vê hefteyê de bi daxuyaniyekê daxwaza hilbijartinên pêşwext kiribû.
Radev banga xwe dubare kir û got:
“Di navbera dengê gel û tirsa mafyayê de, guh bidin dengê gel ê li meydanan!”



