Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li paytext Moskowê beşdarî 10’emîn Civîna Maseya Gilover a Balyozan bû, piştî wê daxuyaniyek da.
Lawrow got, heger Ewropa biryara şer li dijî Rûsyayê bide, Rûsya ji mêj ve ji bo vê amade ye.
Dûvre berê xwe da helwesta Ewropayê û wiha dewam kir:
“Rûsya amade ye ger Ewropa biryar bide ku şer bike. Ewropa niha dixwaze tovên şerekî nû biçîne û vê yekê bi eşkereyî radigihîne.”
Sergey Lavrov diyar kir ku Amerîkî hewl didin ku bingeha krîza Ukraynayê fam bikin û wiha axivî: “Ev yek di lûtkeya di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump a di 15ê Tebaxê de de xuya bû. Li wir têgihîştineke hevbeş çêbû.”
Lawrow da zanîn ku ev hevbeşî ji bo wan derbasdar e û ji bo çareserkirina şerê li Ûkraynayê dikare bibe xaleke destpêkê.



