Liv û tevgera Artêşa Îsraîlê li Sûriyê her ku diçe zêde dibe.
Hikumeta veguhêz jî der barê van tevgeran de bêdeng dimîne.
Îro careke din Artêşa Îsraîlê derbasî gundewarên Quneytîra û Derayê bû.
Li gorî agahiyan berbanga îro yekîneyeke Îsraîlê ket gundên Resim El Helebî, Um Batina û Mişêrfê yên Quneytîrayê.
Her wiha yekîneyek din ket ser rêya Mereba û Abidîn ên herêma Hewza Yermûk ê gundewarê rojavayê Derayê.
Hate diyarkirin ku yekîneyê li wir bendeke kontrolê danî.
Heya niha nehat zanîn bê pevçûn an windahiyên canî çêbûne an na.



