Li bajarê Nebek yê gundewarê Şamê pevçûn di navbera hêzên hikûmeta veguhêz û komeke çekdar rû da.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê li bajarê Nebkê yê Qelemûn alozî zêde dibe.
Ev alozî jî piştî ku komeke ciwan xwepêşandanek ji bo berdana çend girtiyan kirin dest pê kir.
Her wiha çekdaran hewil dan bi çekan êrîşî derdora nuqteyên hikûmetê bike da ku yek ji girtiyan azad bike.
Li ser vê yekê hêzên hikûmetê bersiv dan û pevçûn di navbera wan û çekdaran de rû da.



