Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li ser rêya Heleb-Şamê li nêzî bajarokê Xan Siblê yê gundewarê Idlibê dengê teqînek xurt hat bihîstin.
SOHRˊê da zanîn ku sedema teqînê ew e ku erebeyek bi cebilxaneyê barkirî teqiya.
Her wih sedemên teqînê ku hedefgirtiye yan na, agahiyên têkildarî ziyanên mirovî nehatin bidestxistin.
Hêjayî bibîrxistinê li gundewarê Idlibê û bajarên din depoyên çek û cebilxaneyan ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê teqiyabûn.



