Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Medya Haber TV re axivî.
Duran Kalkan di bernameyê de pêvajo wekî “pêvajoyeke bêveger” bi nav kir û got:
“Em li bereya xwe xebata xwe didomînin. Em hewl didin ku xebata xwe li ser bingeha stratejiyek siyasî ya demokratîk pêk bînin.”
Duran Kalkan da zanîn ku divê hawîrdor û şert werin afirandin da ku pêvajo bi rêkûpêk bimeşe û wiha dewam kir:
“Divê alî bi empatî tevbigerin û di zimanê ku bi kar tînin de baldar bin.”
Kalkan di derbarê Komîsyona Meclisê de jî destnîşan kir ku hevdîtina komîsyonê bi Rêber Apo re tê wateya “Parlamento diyalogê dide destpêkirin” û got:
“Divê nêrînên Rêber Apo bi eşkereyî werin pêşkêş kirin. Divê Komisyon rapora hevdîtinê belav bike.”
Kalkan destnîşan kir ku divê ev zîhniyeta ‘ne Kurd, ne Kurdên rêxistinkirî’ were hilweşandin û wiha dawî li axaftinên xwe anî:
“Divê Parlamento îradeya çareserkirina pirsgirêka Kurd nîşan bide. Divê hişmendiya demokratîk û avahiya siyasî çêtir were pêşxistin.”



