Peymangeha Orkestraya Rojava ya Zarokan ji bo derçûna 14 xwendekarên dewreya yekem şahiyek lidarxist.
Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê pêk hat.
Di şahiyê de Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî axivî û diyar kir ku ev zarokên şoreşê wê hestên gelê Kurd bi rêya amûrên xwe yê mûzîkê biparêzin.
Zanebûna van xwendekaran bi rêya îradeya wan, moral û piştgiriya malbatên wan bûn, bi saya wê piştgiriyê ev xwendekar der çûn.
Her wiha derbarê kar û xebatên Peymangeha Orkestraya Rojava ya Zarokan û çawaniya fêrkirina zarokan senîvizyonek hate pêşandan.
Herî dawî şahî bi mûzîk û xelatkirina şagirtan bi dawî bû.



