Bûyereke din a têkildarî keştiyên bazirganî yên Tirk li Behra Reş qewimî.
Di êrîşeke li ser bendera Odessa ya Ukraynayê de keştiyeke Tirkî hate lêdan.
Rêveberiya Kîevê diyar kir ku Rûsyayê bi dronan êrîşî benderê kir.
Li gorî daxuyaniyek ji hikûmeta Ukraynayê, artêşa Rûsyayê bi dronan êrîşî du benderên li herêma Odesayê ya li başûrê rojavayê Ukraynayê kir.
Keştiyeke ro-ro ya ku ji aliyê şîrketa Tirk ve dihat xebitandin di êrîşê de hate hedefgirtin.
Keştiyên Ro-ro ji bo veguhestina wesayîtên bi teker ên wekî kamyonan têne bikar anîn.
Piştî êrîşê, şîrketa Tirk diyar kir ku keştî “kamyonên ku bi fêkî, sebze û pêdiviyên xwarinê yên teze barkirî bûn vediguhezîne.”
Cîgirê Serokwezîrê Ukraynayê Oleksiy Kuleba got di êrîşê de herî kêm kesek birîndar bûye.
Lêbelê, wî diyar nekir ka kesê birîndar personelê benderê bû an jî endamekî ekîba keştiyê bû.
Daxuyaniyek ji şîrketa Tirkî nîşan da ku ti endamên ekîbê birîndar nebûne.
Keştiyên bazirganî yên Tirkiyê berê li Behra Reş bûne hedef, û Enqere hem Kîev û hem jî Moskowê ji ber van êrîşan sûcdar dike.



