Nivîsgeha Têkiliyan a PYD bi civînekê geşedanên siyasî ji şêniyên bajarê Amûdê re şîrove kirin.
PYD’ê got sîstema nenavendî mîsogeriya mafên tevahî pêkhateyên Sûriyê ye.
Rêveberê Navenda Lêkolînên Stratejîk Rakan Eşwanî behsa şerên li herêmê û planên bi armanca guhertina demografîk kir.
Her wekî desntîşan kir ku destwerdana Tirkiyê di kar û barên Sûriyê de wê aramiyê pêk neyne, dê bandoreke neyinî li ewlehiya welat bike.
Rakan Eşwanî bal kişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî li Rojhilata Navîn hemû hewldan kir, lê dewleta Tirk heya niha tu gav neavêtine.
Civîn bi nîqaşên beşdaran bidawî bû.



