Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo kuştina 2 leşkerên Amerîkî di êrişeka li çola Sûriyeyê de sersaxî ji artêş û gelê Amerîkî re xwest û diyar kir ku ew amade ne, ji bo têkoşîna li dijî terorê li her deverekê şer bikin.
Fermandariya Giştî ya QSD`ê piştî êrişa li ser dewriyeya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li nêzî Tedmurê, ku bû sedema kuştina 2 leşkerên Amerîkî û sivîlekî, û birîndarbûna 3 kesên din, daxuyaniyek weşand û sersaxî ji artêş û gelê Amerîkî re xwest.
QSD`ê êrişa “terorîst” şermezar kir û diyar kir ku hêzên wan, bi hevkariya bi Hevpeymaniya Navneteweyî re, dê rê nedin “rêxistinên terorîst” ku dîsa kom bikin yan ewlehiya herêmê û cîhanê ji nû ve têxin xeteriyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bersiva li dijî kesên ku êriş pêk anîne û piştgirî dane wê dijwar û rasterast be.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku QSD`ê hêza xwe ya têkbirina binesaziya leşkerî ya çeteyên DAIŞ’ê û tunekirina rehên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îspat kiriye. Her wiha diyar kir ku ew amade ne, şerê li dijî terorê li her deverek axa Sûriyeyê berfireh bikin û bêyî dudilî û, ji bo tunekirina wê li her deverê ku lê hebe, têbikoşin.
QSD’ê di daxuyaniyê de piştgiriya xwe bo malbatên û hevalên qurbaniyan nîşan da û ji birîndaran re başbûna bi lez hêvî kir.



