Dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dewam dike.
Endamên hikûmeta Veguhêz bendên kontirolê danîn û dewriyeyên xwe li dora her du taxan digerîne.
Li gel wê jî rê nade ku sotemenî û gelek madeyên din derbas bibe.
Endamên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bendên kontirolê li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê danîn.
Her wekî dewriyeyên xwe pir kirine, bi taybet li pêşiya bendên hevbeş yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hikûmeta Veguhêz.
Li gorî dîmenên ku hatin parvekirin ev bend û dewriyeyên hikûmetê rê nadin ku madeyên sotemeniyê derbas bibin.
Li gorî agahiyan tevgera şêniyan asteng dikin û hin kes hatin revandin, lê heta niha ev yek nehatiye piştrastkirin.



