Serokê berê yê Iraqê Dr.Berhem Salih weke Rêveberiya Komîseriya Bilind ê Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî UNHCR’ê hat erkdarkirin, Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Sîpan Hamo vê erkê pîrozkir.
Endamê Fermandariya QSD’ê Sîpan Hamo diyar kir ku hilbijartina Salih wek yekem kesê ji Rojhilata Navîn ku di 75 salan de vê berpirsyariyê digire, girîngiya spartina berpirsiyariyên navneteweyî bo kesayetên neteweyî yên ku dikarin aramiyê li welatên herêmê pêk bînin û piştgirî bidin dozên wan ên mirovî, nîşan dide.



