Yekîtiya jinên Suryan li bajarê Dêrikê pêşangeha karê destan bi boneya hatina sersalê vekir.
Pêşengeh bi armaca serxwebûn jinan ji hêla aborî ve hat vekirin.
Bi ruhê biratiya gelan û danasîna çandan, yekitiya jinên Suryan pêşengeheke karê destan li bajarê Dêrikê birêxistin kir.
Jin ji hemû pêkhate û mezhebên bajêr beşdar bûn.
Jinan karên ku çêkirine pêşkêş kirin.
Armanc ji vê gavê, ew e ku jin çand û kultura xwe biparêze û bikaribe derbasî bazarê bibe.
Pêşengeh duh hat vekirin û wê sibe di roja xwe ya 3’emîn de bi dawî bibe.



