Bi dehan karkerên Saziya Giştî ya Tûtinê (Rêcê) ya Laziqiyê îro li pêşiya avahiya parêzgariyê der barê derengmayîna dayîna mûçeyan a ji zêdetirî 3 mehan ve û li dijî derxistina komî ya 1200 karkeran ji kar çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin.
Karkeran daxwaza serfkirina mûçeyan, rawestandina siyaseta derxistina bêserûber a ji kar, misogeriya mafên wan a kar û debarê kir.
Karkeran diyar kirin ku rêveberiya saziyê bi hinceta netesbîtkirina wan di kar de navên hejmarek mezin ji karkeran xistiye lîsteya derxistina ji kar.
Vê yekê di nava karkeran de hêrsek çêkir, bi taybet di gel nebûna daxuyaniyek fermî ku pîvanên qanûnî zelal bike.
Karkeran banga betalkirina biryarê û vekirina diyalogeke zelal bi aliyên eleqedar re kir û hişyarî li ser pêkanîna biryarê dan ku wê hêrsa karkeran zêde bike.



