Li Awistralyayê dema ku Cihûyan cejna Hanukkah pîroz dikirin êrîşek li dijî wan pêk hat.
Di êrişê de 12 hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.
Rayedaran diyar kirin ku li plaja navdar a li Sydneyê hejmara kesên ku ji ber êrişê jiyana xwe ji dest dan herî kêm 12 kes in.
Serokwezîrê Eyaleta Galê ya Başûr a Nû Chris Minns ragihand ku êriş di kêliyeke girseyî de hate kirin û di nava kesên mirine de 2 êrişkar jî hene.
Hat diyar kirin ku ji birîndaran 2 kes polîs in.
Hat ragihandin ku li wesayitek têkildarî bûyerê teqemeniyek bi destan ku hatiye amadekirin jî hat dîtin.
Li gorî gotinên şahidan û daxuyaniyên polîsan, 2 kesên ku kincên reş li xwe kiribûn ji ser pirekê gule li girseya li plajê reşandin.
Polîsan diyar kirin ku 2 gumanbar hatin binçavkirin, yek jî hatiye kuştin, yê din jî bigiranî birîndar e.
Serokwezîrê Awistralyayê bûyer weke êrîşeke terorê pênase kir.



