Li herêma Rewad a gundewarê rojavayê Dêrazorê, ku di bin kontrola hikumeta veguhêz de ye, hestiyên kesên nenas dîtin.
Li gorî agahiyan dema karkerên beşa kehrebê li herêma Rewad kar dikirin, hestiyên çend kesên nenas dîtin.
Hate zanîn ku, ev dever di dema rêjîma Baasê de di bin kontrola hêzên Îranî de bû.
Heta niha tu agahiyên fermî der barê hejmara qurbaniyan an jî dema ku ew hatine veşartin de nehatine belavkirin.
Li gorî nîşaneyan hin gorên din ên komî li derdora herêmê hene.



