Di çarçoveya şopandina pêşdeçûnên siyasî, leşkerî, nirxandina performansa rêxistinî û leşkerî, Fermandariya hêzên QSD’ê civîna xwe ya salane bi fermandarên meclis û saziyên leşkerî li dar xist.
Di civînê de rewşa siyasî û leşkerî yên li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser asta Sûriyê bi giştî nirxanidn hatin kirin, li kêlek wê jî behsa peymana 10’ê Adarê hat kirin ku hêmana bingehîn a avakirina Sûriyeyek yekgirtî, demokratîk û nenavendî ye.
Di civînê de hat diyarkirin ku xebata hevbeş bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re ku şirîkê bingehîn a şerê li dijî çeteyên DAIŞˊê ye, berdewam e.
Her wekî pêşniyar hat kirin ku sîstema focên leşkerî were guhertin û qanûnên ji bo xebata polîsên leşkerî hatin nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de hejmarek biryarên rêxistinî hatin dayîn û plansaziya berfireh ji bo tevahî saziyên leşkerî hat danîn.



