QSD pilaneke nû a şaneyên DIAIŞ li rojavayê Dêra Zorê têk bir.
4 çeteyên DAIŞ ku pilana êrişan dikirin, niha di Zefta QSD de ne.
QSD’ê bi daxuyaniyekê behsa hurguliyên vê pilanê dike, nav û erkên wan çeteyan yek bi yek eşkere dike.
QSD vê yekê jî dibêje, ew ê xebat û operasyonên me yên ji bo pêkanîna aramiya gel û herêmê her dewam bin.
Navenda ragihandina ya hêzên QSD Pilaneke çeteyên DAIŞ li gundewarê Rojavayê Dêra zorê eşkere kir û têk bir.
Navendê diyar kir ku 1’ê Kanûna 2025an, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) li ser bingeha agaiyên rast çavdêriya berdewam, operasyoneke ewlehiyê pêk anîn.
Operasyon bi armanca jiholêrakirina şaneyek xeternak a girêdayî şaneyên çeteyên “DAIŞ” li gundê “Hesen” li gundewarê rojavayê Dêra Zorê bû.
Her wekî Operasyon beşek ji hewldanên berdewam ên şopandina şaneyan, pêşîgirtina li pêkanîna êrişan û pêkanîna aramiya herêmê pêk hat.
şopandinên destpêkê planên xeternak ên şaneya terorîst eşkere kirin, ku tê de amadekariyên pêkanîna êrîşên li dijî hêzên me yên leşkerî û ewlehiyê, û bi armanca têkbirina aramî û ewlehiya herêmê.
Di encama operasyonê de şaneyek çeteyan hate hilweşandin û 4 endamên wê hatin girtin ku pilana êrişan dikirin û erebeyên hêzên me dişopandin.
Her wekî piştgiriya lojîstîkî û leşkerî bo şaneyên çalak pêk tanîn.
Navên çeteyên hatine gitin û erkê ku ji wan re hatine spartin wiha ne:
Mihemed Ayiş El-Ebar bi nasnav Ebû Aişe:
Erkê wî şopandina tevgerên wesayîtên leşkerî û şervanên QSD li ser xeta rojavayê Parêzgeha Dêra Zorê bû.
Newaf Aiş El-Ebbar bi nasnavê “Ebû Hesan:
Berpirsiyarê amadekirina teqemeniyan ji bo hedefgirtina wesayîtên leşkerî, û pêkanîna operasyonên keşfê û hedefgirtina rasterast li dijî tevgerên hêzên me bû.
Rakan Ehmed Silêman bi nasnavê “Ebû Mihemed
Erkê wî şopandina tevgerên wesayîtên leşkerî û şervanên Hêzên Demokratîk li ser xeta rojavayê Dêra Zorê bû.
Medllah Xalid El-Şehaze bi nasnavê “Ebû Xalid”
Erkê wî wergirtin û veguhestina pereyên ku ji bo piştgiriya şaneyên terorîst bû.
Hêzên QSD da zanîn ku mîqdarek çek, cebilxane û alavên leşkerî yên ku di destê çeteyan de hatin desteserkirin.
Dawiyê QSD tekez kir ku ewê hewldanên berdewam ên şaneyên “DAIŞ” bişopînbin û ji bo pêkanîna aramiya herêmê û gelê xwe nesekinin
قواتنا تكشف مخططات خلية إرهابية تم تفكيكها في ريف دير الزور الغربي



