Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê 3 ciwan li ser bendên kontrolê yên Dêr Hafir-Helebê, revandin.
Ev ciwan bi hincetên hebûna wêneyên Kurdî di talafonên wan de hatine dîtin hatine girtin.
Hat diyarkirin ku tu sîfetên leşkerî yan jî ewlehî li ser ciwanan nîn.
Navên her 3 ciwanan jî evin:
Beşîr Mihemed Hisên, Heyder Ebûd Îsa û Samir Eslan Ebdulqadir e.
Heya niha ti agahî di derbarê her 3 ciwanan de tune.


