MSDˊê êrişa li dijî hêzên Amerîkayê ya li bajarê Tedmurê yê Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku ew êriş karekî tirsonak e, ewlehî û aramiya Sûriyeyê û herêmê tehdîd dike.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê êrişa li dijî hêzên Amerîkayê ya li Tedmurê şermezar kir.
MSDˊê di daxuyaniya xwe de ev êrişa terorane ya li dijî hêzên Amerîkayê ya li bajarê Tedmurê ya Sûriyeyê bi tundî şermezar kir, bi karekî tirsonak ku gefan li ewleh, aramiya Sûriyeyê û herêmê dixwe û dikeve xizmetî hêzên tundraw û kaosê bi nav kir.
MSDˊê xemgîniya xwe ji ber birîndarbûna endamên ewlehiyê û leşkerên Amerîkayê ya ji ber êrişa li dijî çolistana Sûriyeyê anî ziman û da zanîn ku pêwîstiya li hember van êrişanxwe bi hewlên niştîmanî û xurtkirian vîna hevbeş a serdegirtina rêxistinên terorîst û şaneyên veşartî de heye û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.
MSDˊê ji bo qurbaniyan sersaxî ji malbatê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, gel wê xwest.
Di dawiya daxuyaniyê de MSDˊê diyar kir ku divê ji bo têkbirina terorê û rê li pêş vegera rêxistinên tundraw were girtin xebata hevbeş berdewam bibe.



