Endamê komîteya danûstandinan a Rêveberiya Xweser Senherîb Bersûm têkildarî salvegera rûxandina rejîma Baasê axivî.
Senherîb Bersûm destnîşan kir ku di vê demê hewce dike ku gotara nefretê kînê were rawestandin û got:
”Diyalog rêya bingehîn a avakirina Sûriyeyeke demokratîk e”.
Endamê Komîteya Danûstandinan a Rêveberiya Xweser Senherîb Bersûm derbarê salvegera rûxandina rejîma Baasê de axivî.
Senherîb Bersûm diyar kir ku welat dikeve qonaxek girîng ku hewldanên hevgirtî hewce dike .
Senherîb Bersûm: 10’ê Adarê qonaxek girîng a îsl bû
Bersûm destnîşan kir ku peymana 10’ê Adarê tevî astengî û dijwarîyên ku pê re rû bi rû maye, qonaxek girîng a îsal bû.
Senherib Bersûm bal kişand ser girîngiya diyalogê di navbera welatiyên Sûriyê de û got :
Ezmûna ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye bidestxistin modelek demokratîk ji bo jiyana hevbeş e.
”Divê gotinên nefretê were rawestandin û diyalog were xurtkirin”
Senherib Bersûm der barê zêdebûna gotar nefretê û kînê û pevçûnên mezhebî hişyarî da.
Bersûm destnîşan kir ku ew kesên ku gotinên mezhebî bikar tînin armanca wan ew ku şer û pevçûnan bidomînin.
Bi gotina wî ew kes li ser hesabê êşa gelê Sûriyeyê berjewendiyên teng bi dest bixin.
Bersûm hêviya xwe anî ziman ku ev model dê li seranserê Sûriyê were pêkanîn .
Her wiha dê bibe sedema avakirina dewletek ku pirrengiya neteweyî demokrasiya nenavendî qebûl dike û got:
Bi vî rengî dê hêz û cihê Sûriyeyê hem li ser asta herêmî û hem jî li ser asta navneteweyî xurt bibe.
Çavdêr dibêjin ku Sûriyê di qonaxek girîng re derbas dibe.
Ji bo wê jî, hewceye gotinên nefretê were rawestandin û diyaloga neteweyî were xurtkirin.
Ev yek jî hewceyî hewldanên siyasî û civakî yên zêde ye.
Gotara nefretê xeterek rastîn e ku bandorê li aştiya civakî di navbera pêkhateyên Sûriyê dike.



