HPG’ê bi daxuyaniyekê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî.
HPG’ê diyar kir ku hevrêyên wan bi tevlîbûna bêdudilî, mîrateyek têkoşînê ya mayînde li pey xwe hiştin.
Her wiha HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd re xwest û soza pêkanîna peywira şoreşgerî yên hevrêyên xwe da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG NRÇ) derbarê 5 gerîlayên ku sala 2018’an şehîd bûne, daxuyaniyek da.
HPG’ê gerîlayên şehîd Rûken , Çiya , Çiyager , Mûrat û Cîlo ên ku di encama êrîşên dijmin de şehîd bûn, bibîr anî.
HPG’ê behsa têkoşîn û berxwedana gerîlayên şehîd kir û got:
Hevrêyên me ji deverên Kurdistanê yên cuda tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn .
Wan îdeolojiya Apoyî ku yekîtiya gelan esas digire û li dijî sîstema mêtinger têdikoşe fêm kirin tevlî xebatan bûn.
Bi zanîna ku siberoja azad tenê bi têkoşîna berdewam û çalak dikare were pêkanîn, tevlî gelek xebatan bûn.
Li dijî her êrîşek li ser lêgerîna azadiyê ya gelê me, ji bo parastinê amade bûn.
Em weke hevrêyên wan soz didin ku em ê peywira şoreşgerî yên ku hevreyên me dewrî me kirine, teqez bi serketinê tacîdar bikin.
Di dawiyê de HPG’ê sersaxî ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û ji hemû gelê welatparêz ên Kurd û Ereb re xwest.
Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Rûken Amed
Nav û Paşnav: Songul Karaman
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik- Bav: Hatûn-Yaşar
Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Tebax 2018/ Garê

Nasnav: Çiya Farqîn
Nav û Paşnav: Haci Başaran
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik- Bav: Felek-Fîkret
Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Adar 2018/ Heftanîn

Nasnav: Çiyager Amed
Nav û Paşnav: Osman Abdurrahman
Cihê Jidayikbûnê: Kerkûk
Navê Dayik- Bav: Laika- Abdurrahman
Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Tebax 2018/ Garê

Nasnav: Mûrat Qendîl
Nav û Paşnav: Sifok Muhsîn Rumeyit
Cihê Jidayikbûnê: Şengal
Navê Dayik- Bav: Ayşe- Muhsîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Tebax 2018/ Garê

Nasnav: Cîlo Oremar
Nav û Paşnav: Belav Ova
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik- Bav: Hatîce – Sadullah
Cih û Dîroka Şehadetê: 15 Kanûn 2018 /Garê



